Karaloglu, li Erxenê 84 km rê dixe ber xizmetê

 

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karalogşu, dê bi merasîmekê rêyên ku ji aliyê Şaredariay Bajarê Mezin ve li Erxenê hatine çêkirin, bixe ber xizmetê.

Şaredariya Bajarê Mezin, sezona 2021’ê ya asfaltê bi armanca qîrkirina 1200 kîlometir rêya navçeyan vekiribû û aniha bi xebatên xwe berdewam e.

Serokatiya Daîreya Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê, bi mebesta welatî xweştir û rehettir hatûçûna xwe pêk bînin rêya berê firehiya wê 5,5 metir dike 7 metir û di encama çaksaziya rêyan de li Erxenê 84 kîlometir rê temam kir.

Walî Karaloglu dê beşdarî merasîma vekirina 84 kîlometir rê bibe. Merasîm 31’ê tîrmehê roja şemiyê tê lidarxistin û di encamê de ev rêya asfaltkirî dê bo xizmeta welatiyan bê terxankirin.