Karaloglu, em ê asfalta hemû rêyan nû bikin

 

Walî Karaloglu:

 “Îsal em li 17 navçeyên Diyarbekirê 1200 kîlometir rêya asfaltkirî çêdikin. Di nav 2-3 salên pêş me de li Diyarbekirê bi taybetî rêyên grûbî yên gundan em ê tevan sertapê asfalt bikin.” 

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, 84 kîlometir rêya gund û gundikên navçeya Erxenê ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve hatin çêkirin,xistin ber xizmetê.

Walî Karaloglu di merasîma li gundê Zengetilê de axivî û got ku heçî Erxenê ye li Mezopotamyaya Jorîn warê destpêkê ye ku jiyana xwecihî lê dest pê bûye lewra jî ev navçe ji bo bajarê Diyarbekirê gelekî giring e.

Karaloglu diyar kir ku Şaredariya Bajarê Mezin li hemû navçeyên Diyarbekirê proje û razemenî bi pêş xistine û got ku ew niha 84 kîlometir rêya nû çêkirî ya gundan ji bo xizmeta şêniyan terxan dikin.

Karaloglu, weha axift:

 “îsal em li 17 navçeyên Diyarbekirê 1200 kîlometir rêya asfaltkirî çêdikin. Li gundewarên Diyarbekirê 6 kîlometir rêya me heye û ji vê 3 kîlometira wê hatiye qîrkirin. Ev tê wê maneyê ku ew ê ji sê beşên rê beşekê nû bikin. Înşelleh di nava 2-3 salên pêşiya me de em ê ji rêyên grûbî dest pê bikin hemû rêyên gundan asfalt bikin.”  

Karaloglu bal kişand ku teknolojiya ji bo rêyên navenda bajêr tê bikaranîn ew eynî teknolojiye ji bo rêyên gundan jî bi kar tînin û got, ji bo rêyên gundan zû bi zû xirab nebin ew giringiyê didin qelîteyê.  

Karaloglu, axaftina xwe weha domand:

 “Ev salek e ez li Diyarbekirê me ez her roj ji hevalên xwe yên kar re vê dibêjim, muteahîtê baş an xirab tune ye. Kesên li sre kar disekinin û gerînendetîya wê dikin, an baş in an jî xirab in. Em ên ku kar didin kirinê ligel Şaredariya Bajarê Mezin û şaredariyên navçeyan, heke baş saxtiya kar bikin û kontrolê lê bikin muteahît mecbûr e karê xwe baştir bike. An ew ê li gorî qelîteya em dixwazin karê xwe bike an jî ew ê bi me re nexebite, ev qasî zelal e. Vê sala dawîn hemî muteahîdên bi me re xebitîn, ev rastî dît û têgihîştin. Em naxwazin karê xwe mîna lîstikekê geh çêkin û geh xirab bikin, pê re pereyê millet heder bikin, lewra hin caran em ji bo qelîteya karê me baş be, karên qels hil dikin û paşê dîsa dikin çêkirinê.”   

‘’Bingeha hatûçûnê gelek giring e’’

Karaloglu bi bîr xist ku bi vê rêya ji bo 19 gund û 26 gundikan hatiye çêkirin 30 hezar welatê jê sûdê werdigirin û got ku bi çêkirina rêya gundan re xelkê bajêr û navçeyan bi hêsantir dê bigihêje dexl û dan, fêkî û zerzewatan, ev rê bi kêrî xebatên bazirganî û turîstî tê.  

Karaloglu weha got, “Heke bingeha hatûçûnê saxlem be em ê hêsantir karibin xebatên xwe yên binesaziyê bi pêş bixin. Em ê hêsantir karibin çandinî, bazirganî û turîzmê bi pêş bixin. Lewra jî bingeha hatûçûnê gelek giring e. Em ê lê bixebitin ku her gundê me hêsantir karibe xwe bigîne bajêr.”  

“Heke em lê xwedî derkevin aramî têk naçe”

Karaloglu destnîşan kir ku li Diyarbekirê aramî heye di vê rewşa aram de welatî her kes bi karê xwe mijûl dibe û got, bi vê rewşa erênî ya bajêr re her kes ketiye dû pêşxistina berhemhênana xwe.  

Karaloglu da zanîn ku li vî bajarê xwedî nifûsa ciwan ew hewl didin derfetên kar, nan û debarê zêdetir bikin û axaftina xwe bi van gotinan qedand:   

 “Heke em xwedî lê derkevin tu kes dê nikaribe vê rewşa aramiyê têk bide. Lê heke em lê xwedî dernekevin hin kesên fitnekar û xêrnexwaz dê hin meseleyan bikin bahane û aramî û ewlehiya me têk bidin. Lewra çi wek gel, çi wek welatî, her kesê hez ji vî bajarî dike divê rê nede ku aramiya bajêr têk here. Heke em aramiyê biparêzin li Diyarbekirê tu pirsgirêk nîn in ku neyêne çareserkirin. Serokkomarê hêja 9’ê Tîrmehê hate vî bajarî. Xwedê jê razî be, heta niha çi daxwaza me ya ji bo xizmetguzariya Diyarbekirê paşve nevegerand. Herî dawî me tramway xwest li meydana Diyarbekirê mizgîniya wê da. Xwedê ji wezîrên me razî be, heta niha çi daxwaza me bo Diyarbekirê bire cem wan harî me kirin. Bi izna Xwedê, em ê hemû pirsgirêkên Diyarbekirê çareser bikin.”