Îtfaiya Diyarbekirê bi hawara Alanyayê çû

 

Şaredariya Bajarê Mezin, bi hawara şewata Alanyayê rabû û li Taxa Yenîkoyê beşdarî xebatên vemirandina şewatê bûn.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo vemirandina agirê bi daristanên Alanyayê ketî beşdarî xebatên piştevaniyê bû û ji bo hawara agirvemirandinê gihîşte Alanyayê.

Ekîbên Îtfaiyeya Diyarbekirê, bi hevkariya Îtfaiyeya Antalyayê gihîşte taxa Yenîkoyê û ji bo vemirandina agirê bi dehl û daristanan ketî zend û bend badan.

Ji saetên danê sibê ve ekîb beşdarî xebatên vemirandinê bûn, ji bo agir bi şûngehên mirovan û zevî û zerzewatan nekeve li deverê hatin bicihkirin. Ekîb bi tankerên avê û amûrên îtfaiyê destekê didin hawarê.  

Ekîbên din ên ji Diyarbekirê hatin hinartin bi hawara devera Manavgatê çûn û ji bo vemirandina êgir zend û bend badan.

Heta agir bête vemirandin ekîbên agirkujiya Diyarbekirê dê di hawara wan de bin.