4 tir alîkarî ji Diyarbekirê ber bi Kastamonuyê ket rê
Alîkariya ku di çarçoveya kampanyaya “Ez Jî Heme” de ku bi serkêşiya saziya AFAD’ê hate berhevkirin, ji Diyarbekirê ber bi Kastamonuyê ve hate hinartin.
Bi daxwaza Serokomar Recep Tayyip Erdogan ji bo afat û hawarên mîna şewata daristana, rabûna lehî û lêmiştan, erdhejan kampanyaya “Ez Jî Heme” bi mebesta dermankirina mexdûriyeta mexdûran hate destpêkirin, li Diyarbekirê encam girt û 4 tir alîkarî hate berhevkirin û ev alîkarî ber bi herêmên mexdûr ve hate şandin.
Bi mebesta piştgiriya kampanyaya “Ez Jî Heme” li Diyarbekirê kampanyaya “Wek Diyarbekir Em Jî Hene” hate lidarxistin û kelûpelê bi buhayê 600 hezar lîreyî li Navenda Fuar û Kongreyan a Firatê li tiran hate barkirin û ji bo herêmê hate hinartin.
