Geliyê Dîjleyê dibiriqe

 

Şaredariya Bajarê Mezin, xebatên hawirçakiyê li ‘Dîcle Vadî Park’ a li qontarên Girê Çilezîzan dane destpêkirin, bi hemû germûgura xwe berdewam dikin.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo şûnwarên xwedî giringiyeke dîrokî û çandî ya bajêr bixe ber xizmeta turîzmê xebatên xwe didomîne.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, li qada navbera Pira Dehderî û Girê Çilezînan xelk karibin bi şev bi rehetî peyasê bikin lempe hatin bicihkirin û xebata danîna lempeyan bi dawî hat.

Di çarçoveya xebatê de, şaredariyê 4 stûnên ronîkirinê yên 20 metreyî danîn, li dora rê û rêbarên meşê 250 armatûrên kuçeyê danîn û 350 spotên stûnan nû kirin.

Geliyê Dîjleyê dê bi kesk û şînî bixemile

Şaredariya Bajarê Mezin, li Geliyê Dîjleyê, ji bo şêniyên Diyarbekirê bi malbatî demeke xweş li nav sirûştê derbas bikin seyrangeheke qewî bi heybet li wê derê çêdike, bona vê 250 dar, 150 devî û 6 hezar kulîlk li virê çandin.

Ekîb, di encamê de dê 10 hezar daran û 20 hezar teraşan biçîne.

Şaneşîn bo temaşekirina birc û bedenan tên çêkirin

Li vê seyrangeha Geliyê Dîjleyê mizgeft, restoran, meydana helkeftan tên duristkirin, seyrangehên agirdank û bê agir, cihên werzîşê, rêbarên meşê û pisqêletan û cihên bêhnvedanê liv ê seyrangehê tên çêkirin.

Ji bo zarok demeke xweş li vê seyrangehê derbas bikin li sê deveran yarîgeh tên çêkirin, her weha şaneşîn ji bo şênî lê sûran temaşe bikin jî dê li seyrangehê bên dabînkirin.

2 otopark tên çêkirin

Serokatiya Daîreya Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê, ji bo welatî karibin bi rehetî serdana Girê Çilezîzan û Pira Dehderî bikin rêyeja 750 metir dirêj û 15 metir fireh a nû vekir.

Ekîban xebatên hîm û binaxeyan ser rê bi encam kirin û dest bi xebatên peyarêk û dabînkirina lempeyan kir.  

Ekîb dê 8 hezar ton asfalta germ li rê dake û ji bo welatî karibin ereba xwe lê park bikin û 2 otoparkên bi 240 erebehilgir jî çêke.