Walî Karaloglu, binaxê projeyên 65 milyonî danî

 

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, bixaneyê 10 projeyên Şaredariya Bajarê Mezin ku 65 milyon û 258 hezar û 581 lîre digire, avêt.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji xizmetên rê û rêbaran bigire heta çêkirina park û seyrangehan li gund û gundewaran gelek xizmetguzariyên ku rewşa jiyana xelkê Diyarbekirê geştir bike, bi pêş dixe.

Walî Karaloglu, di merasîma ku dê li Rêya Berê ya Mêrdînê bête lidarxistin de, dê binaxeyên 10 projeyan; haiwrçakiya parkên li Hezro, Pîran, parkên 500 Evlerê, peyzaja li Bismil Parkê, ronîkirina dekoratif a Henê, şaneşîna camî ya dê li Fîsqeya bête çêkirin, rêya berê ya Mêrdînê, li Bismil û Henê çêkirina rê û dirban, li Baglarê bazara semtan, Mala Zanînê ya Alî Emîrî û li gundan 55 hewzên avê yên bo avdaniyê de, bavêje.  

Şaredariya Bajarê Mezin, di vê sala dawîn de 80 projeyên bş buhayê 410 milyon û 830 hezar lîre pêk anîn, restorasyona Sûran heta çêkirina rêyên gund û taxan di gelek waran de jî xebatên xwe berdewam dike.

Şaredariya Bajarê Mezin, li bajêr, ji bo xebatên civakî zemînê çêbe, ji bo bajêr xweşiktir û spehîtir bibe dê bi xebat û projeyên xwe berdewam be.