Li Çinarê bêrmên 17 gundan bo avdanê tên çêkirin

 

Şaredariya Bajarê Mezin, li 17 gundên bi ser navçeya Çinarê bêrmên avdana heywanan ku xirab bûbûn çak kirin û dan ber xizmetê.

Şaredariya Bajarê Mezin, xebatên xwe ji bo pêşxistina çandinî û heywandariya li gundan berdewam e.   

Li gund û taxên veder ji ber hişkesaliyê di warê xudankirina heywan û zevî û çandiniyê de pirsgirêkên mezin çêbûne, Serokatiya Daîreya Xizmetên Gundewarî, bi xebatên piştgiriya cotyaran radibe.   

Serokatiya Daîreya Xizmetên Gundewarî, bi vê mebestê 45 hezar boriyên avdanê dan gundiyên cotyar û ji bo avdana heywanan jî bêrmên avê çêdike.