Walî Karaloglu banga paqijiyê kir

 

Şaredariya Bajarê Mezin bi pergala HYBS’ê dê rê li ber darêtina bi rêyên qaçaxî ya hefrîyatê bigire.

Walî Karaloglu:

“Mebesta me ne ew e ku em ceza li kesên xeletî kirî bibirin. Tenê armanceke me heye. Ku em bajarê xwe biparêzin û wî paqij bihêlin. Ji bo vê em ji 1 milyon û 850 kesên ku li Diyarbekirê dijîn daxwaza destekê dikin.”   

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo rê li ber qirêjiya ji dakirina bi rêyên qaçaxî ya hefrîyat û gelaşên avahiyan peyda dibe bigire, Pergala Danezaniya Hefrîyatê (HYBS) saz kir.   

Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta şarevaniyeke jîngehparêz xebatên xwe yên ji bo parastina av û ax û bayê bajêr berdewam dikin.

Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê, ji bo şopandina tevger û hatûçûna fîrma û kesên bi karê guhastina hefrîyatê radibin pergala HYBS’ê saz kir.

Her niha 208 kamyonên 84 şîrketan bi pergala şopandina wesayitan karê wan ê rokirina hefrîyatê bi vê pergalê tê çavdêrkirin.

Walî Munîr Karaloglu li Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê der barê mijarê de daxuyaniyek da û got ku meha sibatê wan ev pergala şopandina hefrîyatê daye sazkirin û jê pê de êdî kontrolkirina vî karî ji Wezareta Jîngeh û Bajarvaniyê derketiye ketiye destê Şaredariya Bajarê Mezin.

Karaloglu diyar kir ku wan pergala danezaniya hefriyatê bi pêş xistiye û xistiye dewrê, bi ser vê pergalê wan destûra daye şîrketên têkildar û got ku ew bi rêka vê pergalê rokirina hefrîyatê ya ji aliyê şîrketan ve tê kirin dişopînin.

“Armanceke me heye ew jî parastina bajêr e”

Karaloglu diyar kir ku bi vê pergalê ew bajêr û qadên çandiniyê, kuçe û kolanên bajêr diparêzin û nahêlin bajêr bête hedimandin û weha axivî:

 “Armanca me ne ew e ku em kesên xeletî kirî ceza bikin. Tenê yek armanca me heye. Ku em bajêr biparêzin, bajarê xwe paqij bihêlin. Ji bo vê jî em destekê ji 1 milyon û 850 kesên li Diyarbekirê dijîn dixwazin. Heke hinek dê bi israr guhê xwe nedin biryaran ew ê cezayekî giran bixwin. Em ji bo vê qet texsîrîyê nakin.”

“Em ancax bi hev re bajêr paqij bihêlin”

Karaloglu bi bîr xist ku ev pergala li Diyarbekirê hate sazkirin şarevaniyeke rasteqîne ye û weha peyivî:

 “Her kes rêyan, parkan çêdike. Di warê şarevaniyê de li Diyarbekirê xizmetên ku dê me derxe pêş ev xizmetên bi vî awayî ne. Bajarê me, ji bo me hemûyan odeya me ya rûniştinê, hêwana me ya hevbeş e, ancax bi vê hişmendiyê em karibin bajarê xwe pak bikin. Nexwe heke em van pergalan jî saz bikin heke hişmendîya me ne wisa be zehmet e ku em serederiyê bikin.”

“Bila xelkê me baldar be”

Karalogu diyar kir ku armanca wan ew e ku ew Diayrbekirê derxin nav bajarên birêkûpêk û paqij û axaftina xwe weha domand:

 “Cadeyên sereke ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve têne paqijkirin. Bawer bikin, her roj hingî ji refûjan şîşeyên pet, kola û avê û poşetên naylon berhev dikin êdî bêzar bûne. Van tiştan kes ji esmanan nayên û naavêjin kuçeyên me. Em evên li Diyarbekirê dijîn wan çopan diavêjin wir. Ez rica ji xelkê me dikin bila hinekî baldartir bin. A giring ew e ku tu qirêj nekî. Piştî qirêj kir paqijkirina wê hê zortir e lê heke em bi hev re destê xwe bidin hev û qirêj nekin em ê bajarê xwe bixin nav bajarên paqij, xweşik, bi tertîb ên dinyayê. Heçî em şaredarî ne çi bikeve ser milên me em tînin cih.”  

“Li Diyarbekirê xizmetên baş ên der barê jîngehê tên kirin”

Karaloglu destnîşan kir ku bajarên pêşketî gilêşê xwe çawa ji nav dibe em jî bi heman rengî wî karî dikin û got, “Li Diyarbekirê di biwarê jîngehê de em xizmetên giring dikin. Her karê em dikin, karekî nû ye. Li vî bajarî gilêş bi awayekî bêserober dihate berhevkirin. Em di sala 21’ê ya sedsala 21’ê de ne. Li Qerejdaxê gilêş mîna çiyê ketibûn ser hev. Şukir ji Xwedê re demeke kin me ev kêşe jî çareser kir. Em gaza vî sergoyê hildidin û jê enerjiye dijenin. Niha em ê dest bi jêkkirina çopên li sergoyê bikin. Gulîfekên xwe yên nû jî em dikin qadên vêkdana domdar.”  

Di bernameyê de ligel walî Munîr Karaloglu, Alîkarê Sekreterê Giştî Vedat Gungor, Serokê Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê Necim Şeyban amade bûn.