Åžaredariya Bajarê Mezin, di Atolyeya Zimanên Qedîm ku bi 6 zimanan perwerdeyê dide serdema nû dest pê dike.
Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî, di Atolyeya Zimanên Qedîm de bi zimanê Erebî, Farisî, Osmanî, Kurdî; Kurmancî-Zazakî û Suryanî perwerdeya bêpere li dar dixe û ligel vê ji bo pêÅŸxistina van zimanan dê hin çalakiyên hunerî jî pêk bîne.
Di kursan de perwerdekarên di warê xwe de ÅŸareza dê bixebitin, perwerde dê bi online û rûbirû bêne lidarxistin û kesên di ser 18 saliyê de dê karibin tê de beÅŸdar bibin. Di encamê de ji bo perwerdeya bi online dê Belgenameya BeÅŸdarbûnê ji bo perwerdeya rûbirû jî dê sertîfîka bêne dayîn.
Di perwerdeya rûbirû de ji ber nexweÅŸiya kovîd-19 hejmara beÅŸdaran dê bi sînordar be û hemû tevdîrên pêwist dê bên wergirtin.
Serlêdan ji 4’ê kewçêrê ve bi online bên qebûlkirin
Kesên dixwazin beÅŸdarî van kursên Atolyeya Zimanên Qedîm ên mîna Kurdî, Zazakî, Erebî, Suryanî, Osmanî bibin ji 4’ê mehê pê de karin ser malpera https://www.dismek.org.tr/ bi awayekî online pêÅŸqeyda xwe çêkin.
Perwerde 11’ê mehê dest pê dikin
PiÅŸtî ku qeyd hatin çêkirin û beÅŸdar hatin diyarkirin, kursên Atolyeya Zimanên Qedîm dê li fêrgehên Navenda Çand û Kongreyan a Sezai Karakoç, Pirtûkxaneya Ziya Gokalp û li Qesra CemîlpaÅŸa bên lidarxistin.