Şaredariya Bajarê Mezin, li Bismilê qonaxa yekê ya îhaleya 130 taksiyên bazirganî ku dê 29 salan bidome, pêk anî.
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo li Bismilê taksivaniyê bigire bin qeydê, rê li taksîvaniya qorsan bigire û xizmetguzariya taksîvaniya bi rêkûpêk bîne cih û kontrolê li ser vê qadê bike îhaleya taksiyan ku dê 29 salan bidome, li dar xist.
Îhale ji bo mafê plakeya 130 taksiyên bazirganî yên di nav 8 rawestgehên li ber tixûbên Bismilê de dixebitin, li gorî Qanûna Hejmar 2886 benda 45ê îhale hate kirin.
Qonaxa yekê ya vê îhaleyê li Navenda Kongreyan a Alî Emîrê hate kirin û serkêşiya rûniştinê ji aliyê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Ayhan Kardan ve hate birêvebirin.