Print this page

“Sala Çand û Hunerê ya Feqiyê Teyran” dest pê kir

 

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, vekirina 2021-2022 Sala Çand û Hunerê ya Feqîyê Teyran a Şaredariya Bajarê Mezin pêk anî.  

Şaredariya Bajarê Mezin, 2021-2022 Serdema Çand û Hunerê ya Feqiyê Teyran li dar dixe; di sezonê de ji bo welatiyan bernameyên şano, sinema, konser, pêşangeh, bîranîn, dîwanên dengbêjan têne lidarxistin.  

Bername bi vekirina pêşangeha kursiyerên ku beşdarî kursên DÎSMEK’ê li Navenda Çand û Kongreyan a Sezaî Karakoç dest pê kir û walî Karaloglu pêşangeh vekir û berhemên beşdaran nirxandin.

Bername bi şanoya Lotus a Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin dewam kir û pê re sînevîzyonek ji xizmetguzariya Serokatiya Daîreya Karûbarên Civakî û Çandî hate nîşandan.

Walî Karaloglu di axaftina xwe de diyar kir ku wan navê Feqîyê Teyran daniye ser bernameyên îsal û got ku Feqî, şexsîyetekî naskirî, mutesewirekî jîr, şairekî mezin, nivîskarê çîrok û destanan e.

Karaloglu bi bîr xist ku Feqiyê Teyran ji Miska Wanê ye û got ku sala 2009-2013’ê dema ew waliyê Wanê bûye bo cara pêşîn wan li Wanê Festîvala Çand û Hunerê ya Feqîyê Teyran li dar xistiye û çûne xaniyê wî yê li Miskê dîtiye û restore kiriye.

“Em hewl didin xizmetê bo xelkê vî bajarî tevan bikin”

Karaloglu destnîşan kir ku deynê stûyê me ye ku em Feqîyê Teyran ji nifşên nû re bibêjin û bi wan bidin naskirin û weha axivî:

“Şaredariya Bajarê Mezin hem di warê şarevaniya civakî de hem jî di warê çandî, hunerî û perwerdeyê de karûbarên baş dike û li Tirkiyeyê bi vê şêwaza xwe tê naskirin. Ez ligel ekîba xwe bi şev û bi roj bêrawestan dixebitim. Em hewl didin, li vî bajarê xweşik ji bo mirovên wî yên delal her tiştê herî baş bikin. Em enerjiya xwe jî hêza xwe jî ji gelê Diyarbekirê werdigirin. Em ji niyeta qenc a gelê Diyarbekir û ji duayên wan hêzê digirin. Sala 2021-2022 ya Çand û Hunerê înşelleh dê gelekî rengîn be.”  

“Ji bo hemû xelkê Diyarbekirê pê re bigihîje bername dê online bin”

Karaloglu diyar kir ku sala par ji ber pandemiyê bernameyên çandê rûbirû nehatine kirin û weha axivî:

 “Ji bo ku Diyarbekira me û gelê Diyarbekir ji bernameyên çand û hunerî bêpar nemînin me her tim li ser hesabên xwe yên medyaya civakî bername bi awayekî online meşandin. Gelê Diyarbekir û xelkê bajarên din eleqeyeke germ nîşanî bernameyên me dan. Înşelleh îsal dê bibe saleke têrtijî ya bi çand û hunerî. Dê pêşandanên şanoyê, pêşandana sînemayê, konsert, pêşangeh, bîranîn, dîwanên dengbêjan ji bo xelkê me yê Diyarbekirê hebin.”

“Em ê kursên DÎSMEK’ê dagerînin zanîngehên gel”

Karaloglu bal kişand ku bi vekirina vê bernameyê re wan pêşangeha wêneyên kursiyerên ji DÎSMEK’ê perwerde bûne wan dest bi vê serdemê kiriye û weha got:  

 “Li Diyarbekirê, em perwerdeya gel, bi kursên hunerî û pîşeyî di bin banê DÎSMEK’ê de bi mantixa zanîngehê didin. Li Diyarbekirê ji 7 salî heta 70 salî em kursan didin ku her welatiyekî fêrî pîşeyekî bibe an jî di warekî hunerê de xwe bi pêş bixe. Ev kursên me bêpere ne. Niha serlêdanên online dewam dikin, înşelleh îsal em ê kursên DÎSMEK’ê bi pêş bixin wan bikin mînanî zanîngehên gel. Ez spasî li hemû mamoste, perwerdekar û seydayên ku di van kursan de xwe didin bin barî. Bila sala me ya çand û hunerî ser xêr û xweşî be. Ez ji hemû şêniyên li Diyarbekirê re dibêjim ‘kerem ke’ milê xwe bidin ber milê me.”

Piştî axaftinan bername bi dîwanên dengbêjan, def û pîkê û konseran dewam kir.

Mêvanê rûmetê yê şevê Tuluyhan Ugurlu bi piyanoya xwe hunerhez dilxweş kirin.

Bernameya têr bi şox û şeng bi kişandina fotoyên bo bîrhatin bi dawî hat.