Îhaleya taksiyên Bismilê gihîşt encamê

 

Şaredariya Bajarê Mezin, îhaleya bi maweyê 29 salan a ji bo taksiyên bazirganî yên li Bismilê pêk anî û gihand serî.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bol i Bismilê taksivaniyê bigire bin qeydê, rê li ber taksîvaniya nerewa bigire û xizmetguzariya taksîvaniyê bi rêkûpêk bi encam bide, îhaleya taksiyên bazirganî bo maweyê 29 salan pêk anî.  

Îhaleya taksiyên bazirganî li Bismilê ji bo 130 taksiyên ku dê li 8 rawestgehan bixebitin pêk hat, îhale li gorî qanûna hejmar 2886 benda 45’ê hate pêkanîn.

Di qonaxa duyan a îhaleyê de îro du kesên ji bo plakaya taksiyan pêşniyaz kirî yek vekişiya û îhale bi dawî hat.

Di qonaxa duh a îhaleyê de ji bo rawestgeha Şaredariyê taksiyên bi plaka 21 TT 4001 û 21 TT 4002 berêkdan kiribûn û ji bo vê 102 hezar lîre tektîf kiribûn.

Dê îhaleyên Erganî û Farqînê jî bêne kirin

Ji bo taksiyên bazirganî yên di nav sînorên Erganî û Farqînê de kar dikin jî li gorî heman qanûnê benda 45’ê dê îhaleya standina plakayê bête lidarxistin.

Ji bo taksîvaniya Erganê 150 taksî 18 û 19’ê kewçêrê saet 10.00 û li Farqînê jî 110 taksî 25 û 26’ê kewçerê saet 10.00’ê dê li Navenda Kongreyan a Alî Emîrî îhale bête pêkanîn.