Li Çinarê Mala Zanînê tê avakirin

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin, li Çinarê mala zanînê ku 1000 xwendekar jê sûdê werbigirin ava dike.

Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta piştgirîkirin li perwerdeyê li navenda bajêr û navçeyan xebatan didomîne.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê, li Çinarê bi mebesta piştgirîkirina li perwerdeya xwendekaran û ji bo piştî dibistanê wexta xwe bikêr lê derbas bikin mala zanînê ya 1000 kesî vedike.

6 Sinif tên avakirin

Di Mala Zanînê de 6 Sinifên Jîr tên avakirin û ligel pirtûkxane, fêrgehên aqil û jîrayî, teknozanist, muzîk û wêneyan, hunerên destî dê salonên fîtness û kuafêrê jî hebin.

Di nav malên perwerdeyê de dersên Zanistan Fenê, Matematîk, Zanista Civakî û Îngilîzî bêpere nîşanî xwendekaran bidin, ji bilî van dersên sereke dê xwendekar ji helkeftên çandî, civakî û sportîf jî sûdê werbigirin.

Îhaleya wê hate kirin

Mala Zanînê ya 4 tebeqe dê li ser 1272 metrekareyî bête avakirin û îhaleya wê 6’ê Kewçêrê hate kirin.

Ji bo vî karê ku divê di nav 240 rojan de bi encam bibe 11 fîrma beşdarî îhaleyê bûn.  

Piştî ku qewlê qanûnî yê destnîşankirî biqede dê firmaya serkeftî bête aşkerekirin û dest bi çêkirina avahiyê bike.

Salname Lêgerîn

« Hezîran 2023 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
      1 2 3 4
5 6 7 8 9 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30