Li Çungûşê saloneke pirmebestî tê çêkirin

 

 Şaredariya Bajarê Mezin, li navçeya Çungûşê saloneke pirmebestî ya 456 kesî ava dike.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo jiyana şêniyên navçeyan hêsantir bike xizmetên xwe bi pêş dixe.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Fenî, li navçeya Çungûşê dest bi çêkirina saloneke pirmebestî kir ku tê de dawet, konferans, civîn û helkeftên wekî wê bêne lidarxistin.

Salon dê li ser 85 hezar û 342 metrekareyî bête çêkirin 456 kesî vedigire û avahî dê 2 tebeqe be.

Îhaleya wê hate kirin

Îhale 23’ê îlonê hate çêkirin û 8 fîrma beşdarî îhaleyê bûn. Di îhaleyê de nameyên pêşniyazên firmayan hatin aşkerekirin û hatin nirxandin.

Îhaleya ku dê di nava 240 rojan de bi dawî bibe û di encamê de firmaya serkeftî dê bête aşkerekirin.  

Salname Lêgerîn

« Hezîran 2023 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
      1 2 3 4
5 6 7 8 9 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30