Li Erganiyê îhaleya taksiyên bazirganî

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin, li Erganiyê îhaleya plakeyan ji bo 150 taksiyên ticarî pêk tîne.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo li Erganiyê hatûçûneke bi ewle dabîn bike, karûbarên taksîvaniyê bigire bin qeydê û kontrolên pêwist li ser vî karî pêk bîne ji bo plakaya 150 taksiyên bazirganî bi maweyê 29 salan dikeve îhaleyê.  

Taksiyên bazirganiyê dê li 10 rawestgehan bixebitin, 15 ji wan li ser xeta otogarê, 20 nexweşxaneyê, 15 qesra hikûmetê, 15 postaxaneyê, 10 li TOKÎ-1, 10 li TOKÎ-2, 15 li Dibistana Ataturk, 20 li Çaryana Çermûgê û 15 li Parkê.

Şertê îhaleyê ew e ku xwedanê taksiyê ji dema îhaleyê pê de kêmî kêm 5 sal berê û niha jî li Erganiyê niştecî be û îhale li gorî benda 45’ê ya qanûna îhaleyan tête kirin.

Îhale, 18-19’ê mehê li Navenda Çandê ya Elî Emîrî di saet 10.00’ê de tê pêkanîn û encam li gorî rêziknameyê dê bête aşkerekirin.