Ji xwendekaran re semînera hişmendiya jîngehê

 

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo xwendekaran der barê “Perwerdeya Paqijiya Jîngehê” de semînerek li dar xist.

Şaredariya Bajarê Mezin, bi serperiştiya Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê û Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê ji bo pêşxistina hişmendiya jîngehê xebateke hevbeş da destpêkirin.  

Endezyarên jîngehê ku di bin banê Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê de dixebitin, ji xwendekarên malên zanînê, akademî lîse û navenda ciwanan re semîner dan.

Endezyaran ji xwendekaran re der barê; paqijiya jîngehê, germahiya global, veberhênan, enerjiya mexêzer, enerjiya nûveker, bermahiyên hişk û kargêriya ekosîstemê, veberhênana bermahiyên hişk û ka dê çawa li hawirdora xwe bermahiyên hişk kêm bikin de agahî dan.

Di bernameyê de, der barê paqijiya jîngehê kurtefîlm hate nîşandan.

Di tevahiya sala perwerde-hîndekarî ya 2021-2022’ê de ji bo xwendekaran semînerên cur bi cur bêne lidarxistin.