“Plana Parastina Bendava Dîjleyê” tê amadekirin

 

 

Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin (DÎSKÎ), ji bo cîbicîkirina “Projeya Amadekariyê ya Plana Bendava Çemê Dîjleyê” civîna destpêkê li dar xist.

Civîn li otêleke Diyarbekirê hate lidarxistin, Midûrê Giştî yê DÎSKÎ’yê Firat Tutşî di civînê de axivî û bal kişand ser hişkesaliyê û diyar kir ku ji ber vê kîşwer hatine guherandin û got ku bi vê re giringiya avê jî derketiye pêş.

Tutşî, diyar kir ku kaniyên ava binerdê û sererdê bêsînor nîn in, her diçe serçaviyên avê kêm dibin û got ku her roja diçe bidestxistina avê zehmettir dibe.

“Bi vê projeyê re pirsgirêka avê heta sala 2055’ê tê çareserkirin”

Tutşî diyar kir ku wan dest bi projeya ku dê kêşeya avê ya Diyarbekirê heta sala 2055’ê çareser bike, kirine û weha axivî:

 “Projeya me 200 milyon lîre digire û armanc e ku heta sala 2023’ê amade bibe. Bi vî mawayî pirsgirêka avê ya Diyarbekirê heta sala 2055’ê tê çareserkirin. Niha em ava bajêr ji bendava Dîjleyê hildidin û berdidin kaniyên malan. Di encamê 1 milyon şênî ji kaniyên mala xwe aveke paqij û bi qelîte vedixwe.”

Tutşî aşkere kir ku bendava Dîjleyê di sala 2001’ê de hatiye vekirin û bendav li ser 634 kîlomercar erdê ye.