Kewçêrê “Kerem ke” hunerê

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya “Sezona Çand û Hunerê ya Feqiyê Teyran” ku bi dirûşma “Ji Bo Me Her Der Sehne ye” daye destpêkirin de, bernameya meha kewçêrê aşkere kir.

Şaredariya Bajarê Mezin, di serî de ji bo zarok û ciwanan ji bo her beş û texma civakê xebatên xwe yên çand û hunerî didomîne.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Çand û Civakî, di bernameya xwe de dê cih bide bernameyên şano, sinema, dîwanên dengbêjan, gotûbêjên muzîkal, sohbet, çîrok, xwendina helbestan, pêşbirk, konser û pêşangehan.

Pêşandana Semazenan

Di çarçoveya bernameyê de dê şeva yadkirina şair Ynus Emre bête lidarxistin. Bernameya yadkirinê 22’ê kewçêrê saet 14.00’ê li Navenda Çandê û Kongreyan a Sezaî Karakoç tê birêvebirin û bi vê boneyê Koma Muzîka Tesewifê ya Konyayê dê pêşandana semazeniyê pêk bîne.

Li Kuçeya Hunerê bazara xirşan

Serokatiya Daîreya Karûbarên Civakî û Çandî, di navbera 22 û 24’ê kewçêrê de li Kuçeya Hunerê ya ji nû ve dabîn kirî, bazara xirş û xalan vedike. Ev kesên hunerên destî hilberandine dikarin berhemên xwe li vê bazarê pêşan bidin û bifiroşin.

 

Kuçe dê bi pirtûkan bixemile

Li Kuçeya Hunerê di 29’ê kewçêrê de li Kuçeya Hunerê dê Mazata Pirtûkan bête danîn. Bi taybetî pirtûkên ku çapa wan nemaye an jî zû bi zû peyda nabin dê li ser vê mazatê bi buhayê 1 tl bêne firotin an jî bi pirtûkên din bêne guherandin.

 

Bernameyên zarokan jî hene

Di bernameya meha kewêrê de ji bo zarokan pêşandanên kuklayê hene û akademiya çîrokan tê sazkirin, bi vî rengî zarok hem jî kêfê bikin hem jî agahdar bibin.

“Bila hunerhez "Kerem kin"

Serokê Daîreya Karûbarên Çandê û Civakî Alî Çelîk, diyar kir ku wan 19’ê kewçêrê bi bernameyeke rengîn “Sezona Çand û Hunerê ya Feqiyê Teyran” bi slogana “Ji Bo Me Her Der Sehne ye” vekiriye.