Îhaleya “Navenda Lojîstîk a Diyarbekir” hate kirin

 

Şaredariya Bajarê Mezin, îhaleya “Navenda Lojîstîk a Diyarbekir” ku dê Diyarbekirê berev bazara Rojhilata Navîn û Naverasta Asyayê ve bibe, pêk anî.

Îhaleya ku Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Ayhan Kardan serektiya komîsyonê jê re kir, li gorî benda 36’ê ya qanûna hejmar 2886’ê hate lidarxistin.

Kardan, di daxuyaniya der barê mijarê de got ku ev navenda lojîstîk dê gelek feda xwe ji bajarê Diyarbekir re hebe.

Kardan, weha axivî:

 “Em li virê kom bûne da ku îhaleya navenda lıojîstîkî ya herî mezin a Tirkiyeyê pêk bînin. Ev navenda bi buhayê 150 milyon dolarî dê li ser 2 milyon û 200 hezar metrekare cihî bête avakirin û di encamê de dê 5 hezar û 500 kes jê îstîhdam bibin. Dê gelek mifayê aborî yê vê navendê ji herêmê re çêbibe. Ev proje ji bo Diyarbekir û welatê me projeyeke gelek giring e û em gelek giring dizanin. Înşelleh ji welatê me û bajarê me re bi xêr û xweşî be.”