Ji ber dengdana zêde saxtî hatin kirin

 

Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya rêziknameya dengdana zêde de şûngehên bêhnvedan û şoxê şengê saxtîya dengdana zêde pêk anî.  

Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta têkoşîna dengdana zêde ku zirara wê ji tenduristiya mirovan re heye saxtî li şûngehên îstirehet û şox û şengê pêk anî. Ev kontrol li ser daxwaz û giliyên welatiyan hate kirin.

Ekîbên bi ser Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê, li seranserê bajêr bi cîhazên dengpîv daketin şûngehên şox û şengê, cihên muzîkê saxtî kirin.

Ekîban, li hin kargehên ku denge amûrên wan bilind bûn û xelk pê aciz dibû, bi cîhazên dengpîv asta dengî pîva, bi kamerayê qeyd kir û der barê wê de girtename hilda.  

105 kargeh hatin hişyarkirin

Ji xwediyên kargehan er hate gotin ku welatî ji qerebalixa denge zêde aciz in û ji wan hate xwestin ku tevdîran bigirin.

Ekîban 135 kargeh saxtî kirin û der barê 105 kargehan de ku dengdana wan zêde bûye, hişyarî hatin kirin.