Li Diyarbekirê konferansa “Vefikirîna Li Pêxember” li dar ket

 

Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya bernameya “Dersên Hizûrê” de konferansa bi navê “Vefikirîna li Pêxember” li dar xist.

Konferans bi boneya Hefteya Mewlûda Nebî li Navenda Çand û Kongreyan a Sezaî Karakoç ji aliyê Doç.Dr. Yasin Pişgin ve hate lidarxistin û ciwanan beşdariyeke germ tê de kir.

Pişgin, di axaftina xwe de bal kişand ser kesayeta pêxember û got heçî Hz Mihemed e stêrkan jî jê îlham girtiye.

Pişgin bal kişand ku di Qurana Pîroz de ji bo Hz Mihemed peyva roj hatiye gotin û got, “Destekî me li esre seadetê, destekî me li vir e. Me mesele bi hev re şîrove kirin, bernameyeke gelek baş bû.”  

Pişgin, bi bîr xist berî niha gelek caran dawetî Diyarbekirê hatiye kirin lê heta niha qet nehatiye û weha axivî:

 “Kêfa min gelek bi vî bajarî hat, hûn kengî min gazî bikin ez ê serçavan bêm. Ez gelek memnun ji Diyarbekirê vedigerim. Qetek dilê xwe li vir dihêlin û wisa vedigerim.”

Bername, bi kişandina fotiyan bi dawî bû.