Şaredariya Bajarê Mezin, kanalizasyona gundê Saricek a bi ser Gêlê ya 4 kîlometir dirêj ku ji ber gend û dexelan xitimîbû, malişt û dîsa xist ber xizmetê.
Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Diyarbekirê (DÎSKÎ), ji bo rêlibergirtina ava binerdê solîn û cihokên dixetimin û arize pê dikeve demildest çareser dike û nahêle welatî mexdûr bibin.
Ekîban, li ser kanalizasyona 4 kîlometir dirêj xebata maliştinê meşand, di 40 logaran de paqijî kir û 2 logarên nû lê dabîn kirin.
20 bixêriyên nizim bilind kirin, hemû bixêriyên di pergala kanalîzasyonê de hatin paqijkirin û çaksaziya wan hate kirin.
Di vê xebatê de boriyên ku dibû bitebiqin hatin guhartin, çalên gendê yên servekirî bi derxûnkan hatin nixumandin û li qadeke 100 metir boriyên koruge yên 200’î hatin bicihkirin.
15 ton gelaş hate paqijkirin
Di çarçoveya paqijiyê de 15 ton geng û gelaş ji nav kanalîzasyonê hate derxistin û ji bo qada depokirina sergoyê hate guhastin.
Piştî xebata paqijiyê pergala kanalizasyona gundê Saricekê ku 4 kîlometir dirêjiya wê heye, ji nû ve hate aktîvekirin.
Şêniyên gundî, ji ber vê xebata berfireh a paqijiyê spasiya rayedarên DÎSKÎ’yê kir.