Mewlûd li Diyarbekir geş û germ hate pêşwazîkirin

 

Şaredariya Bajarê Mezin, rojbûna Pêxemberê me Mihemed Mistefa (SXL) diçarçoveya çalakiyên Hefteya Mewlûda Nebî de bi germ û gurî pîroz kir.

Xwendekarên şevnişîna keçikan a Mêvanxaneya bi ser Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê bi boneya hefteya Mewlûda Nebî di çalakiyê de hatin cem hev.

Bername bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kir û Mewlûd hate xwendin. Di bernameyê de helbest hatin xwendin şano hate pêşandan.

Di bernameyên li malên zanînê de xwendekaran helbestên xwe li ser pêxemberê me xwendin û çîrokên xwe pêşkêş kirin. Xwendekarên Klûba Muzîkê jî li ber erbanê qesîde xwendin.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, di bernameya li Navenda Çandê û Kongreyan a Sezaî Karakoç de ji bo zarokên 4-6 salî û malbatên wan bernameyek li dar xist.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Jinan û Malbatê jî ji bo zarokên di yarîgehên navendên jiyanê sûdê werdigirin bi boneya Qendîla Mewlûdê kade, loqim, paste û ava fêkiyan belav kir.

Bernameyên Qendîla Mewlûdê, bi xwendina duayan bi dawî bû.