Hejmara 4 ya “Keremke” derket

 

Bultena Şaredariya Bajarê Mezin “Keremke”, ku behsa proje û xizmetguzariya şaredariyê dike bi hejmara xwe ya çarê li ber destê xwîneran e.  

Şaredariya Bajarê Mezin, di bultena “Keremke” de cih de xizmetguzariya Şaredariya Bajarê Mezin li navenda bajêr û navçeyan, ji warê sporê bigire heta perwerdeyê, ji çand û hunerê bigire heta turîzmê cih dide nûçeyan.

Şêniyên Diyarbekir, dikarin li ser malpera Şaredariya Bajarê Mezin bi awayekî dîjîtal, li firoşgeh û siwareyên gelemperî, li muze û navendên jinan û ciwanan xwe bigihînin bultena “Keremke” ku ji 32 rûpelan pêk tê. Her weha bulten li qiraetxaneyên millet jî peyda dibe.

Her weha bultena mehane ya Şaredariya Bajarê Mezin bi rêya karmendên Şaredariya Bajarê Mezin li cadeyên sereke jî digihêje ber destê welatî û esnafan.

Walî Munîr Karaloglu, di “Keremke”ya vê hejmarê de nivîsek bi sernavê “Bajarê Me Yê Qedîm Ku Her Dem Dê Ciwan Bimîne” behsa xizmetguzariya şaredariya bajarê mezin kiriye û bal kişandiye ku ev 16 meh in bi şev û bi roj bêrawestan ji bo geşedana bajêr xizmeteke jidil û can dimeşînin.