Şaredariya Bajarê Mezin, ji sedî 30’ê xeta kanalîzasyonê ya navçeya Licê ya Diyarbekir çêkir, bi vê projeyê pirsgirêka binesaziya navçeyê tê çareserkirin.
“Projeya Ava Vexwarinê û Kanalîzasyonê ya Licê” ji aliyê Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin (DÎSKÎ) û Bankeya Îllerê ve bi hevkarî tê meşandin.
Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, çû cihê xebatê û diyar kir piştî ku ev proje pêk hat dê heta sala 2050yê pirsgirêka avê û binesaziya navçeyê bête çareserkirin.
Tê çaverêkirin ku ev proje heta sala 2023’ê amade bibe û bikeve ber xizmetê.