Rahênana hawarê li Diyarbekirê pêk hat

 

Îtfaiyeya Diyarbekirê, ligel ekîbên UMKE, AFAD, 112 Servîsa Hawarê û ya cendirmeyan rahênana erdhejê li dar xist.

Bi boneya rahênanê li devera Bendava Goksu ya li navçeya Çinarê bi serperiştiya UMKE herêma 5’ê bi maweyê 3 rojan kamp hate danîn.

Ji Diyarbekir, Şirnex, Mêrdîn, Sêrt û Batmanê ekîbên UMKEyê beşdarî vê kampê bûn û beşdarî perwerdeya teorik û pratîkî bûn. Di roja dawî ya kampê de bi beşdariya ekîbeke 186 kesî der barê erdhejeke pêkan û tişta piştî wê bête kirin de rahênan hate kirin.

Ekîbên Îtfaiye, UMKE, AFAD û cendirmeyan, li gorî senaryoyê ku li çoltera gundê Baxacika Çinarê erdhejeke bi pileya 5,9 çêbe ka dê çi reftarê bikin, nîşan dan.    

Ekîban pişt re der barê dawerivîneka kîmyewî û biyalojîk de rahênan kirin û pê re ku qezayeke trênê çêbe dê çi bikin û çawa bi hawarê biçin, tetbîq kirin.

Serokê Daîreya Îtfaiyeya Şaredariya Bajarê Mezin Veysel Yiğit, diyar kir ku wan bi vê rahênanê ku hawarek li bajêr bikeve tetbîq kirine.

Salname Lêgerîn

« Adar 2023 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30 31