Karaloglu, li Erxenê beşdarî hin merasîman dibe

 

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, dê binaxeyê Navenda Tenduristiya Dev û Didanan û Navenda Tenduristiya Malbatê ya Kemertaşa Erxenê biavêje û rêyên gundan ku Şaredariya Bajarê Mezin çêkirine, bixe ber xizmetê.

Walî Karaloglu, ji bo qelîteya jiyana xelkê navçeyan bilindtir bibe û hêsankarî di jiyana wan de çêbe bi pêşxistina projeyan berdewam e.

Karaloglu, 22’ê kewçêrê roja înê dê beşdarî merasîma hîm danînê ya Navenda Tenduristiya Dev û Didanan û Navenda Tenduristiya Malbatê ya Kemertaşa Erxenê bibe.

45 km rê çêkirî dê bixe ber xizmetê

Serokatiya Daîreya Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê, ji bo şêniyên li navçeyan jiyaneke rehet bibin serî û hatûçûna xwe bi ewle pêk bînin xebatên xwe didomîne.

Bi vê mebestê li Erxenê bi mesrefa 38 milyon lîre, bi destê Serokatiya Daîreya Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê 45 kîlometir rê hate qîrkirin.