Konferansa “Pêxember û Civaka Dilsoz” pêk hat

 

Ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve konferanseke bi mijara “Pêxemberê Me û Civaka Dilsoz” bi beşdariya Alîkarê Serokê Karûbarên Diyanetê Burhan Îşleyen hate lidarxistin.

Konferansa ku bi boneya Hefteya Mewlûda Nebî li Navenda Çandê û Kongreyan a Sezaî Karakoç birêveçû, bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kir.   

Di destpêka bernameyê de Walî Munîr Karaloglu axivî û bi bîr xist ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin û Gerînedetiya Perwerdeyê ve ji bo ciwanan û zarokan li deverina cure cur bername têne lidarxistin.

Karaloglu bal kişand ku Hefteya Mewlûda Nebî bi hêmaya wefadarîyê tê birêvebirin û got ku wesfê herî giring ê xulqê îslamê wefadarî û dilsozî ye.

Diyarbekir 1382 sal e warê îslamê ye

Karaloglu bi bîr xist ku 1382 sal beriya niha eshabeyên ku Diyarbekir stand û kir welatê îslamê wefadariyeke mezin heq dikin û weha axivî:

 “Ev 1382 sal e, pêşiyên me ev bajarê qedîm ji me re kiriye war û welat û ji bo dîn û dewleta me wan canê xwe di ber standina vî bajarî de dane. Divê em qedrê wan bizanibin. Divê em hemberî mamosteyên xwe jî wefadar bin, ew zanînê nîşanî me didin. Qasî dilsoziya xwe em insan in, qasî wefadariya xwe îmana me heye.”

Karaloglu diyar kir ku Diyarbekir dergehê îslamê yê Anatolyayê ye, piştî Meke û Medîneyê herî zêde sehabe li vî bajarî meftun in û got ku Diyarbekir bajarekî mibarek e.