“Kerem ke” Qerejdaxê

 

Li gundê Kilvanê ya bi ser Çinara Diyarbekirê meşa xwezayê û peyasa pisqêletê ya “Rêka Alavan” hate lidarxistin.

Walî Karaloglu:

 “Turîzma çolterê ku bi pêş bikeve gelê me yê ku li vê çolterê dijî jî dê ji vê pêşketina turîzmê para xwe hilde. Lewra em dibêjin kerem ke Tirkiye, kerem ke cihan.”

Bi serperiştiya Walitiya Diyarbekir û Şaredariya Bajarê Mezin meşa xwezayê û peysa pisqêletê ya “Rêka Alavan” ku li Qerejdaxê birêveçû, dîmenên rengîn anîn pê.

Ji bo Qerejdaxê têkilî tora jeoparkan bikin serlêdan li UNESCO’yê hate kirin û pişt re ji bo herêm bêhtir bête naskirin meşa xwezayê û peyasa pisqêletan a “Rêka Alavan” hate pêkanîn.

Li Kilvana Çinarê peyasa pisqêleta di parkura 10 kîlometirî de hate destpêkirin û bi beşdariya pisqêletajoyên ji bajarên cur bi cur ên Tirkiyeyê ku piranî ji Diyarbekir, Riha û Mêrdînê derbasî gundê Birûskê bûn û heta Rêka Alavan” ya li gundikê Şemşeqê pedalên xwe ji bo xatrê Qerejdaxê badan.

Bernameya ku 500 sporhezî beşdarî tê de kir, xelkê wan gundewaran dema derbas dibûn, destê xwe li pisqêlerajoyan hejandin. Zarok jî beşdarî bernameyê bûn û rengê xwe dan bedewiya Qerejdaxê.

Walî Munîr Karaloglu û hevjîna xwe Sevim Karaloglu jî beşdarî bernameyê bûn.

Hê bêhtir mêvan dê bên serdana herêmê

Walî Karaloglu di Şikefta Pirkê de ji rojnamegeran re daxuyaniyek da û got ku Diyarbekir, Riha û Mêrdîna ku sêkuçika zêrîn a Mezopotamyayê ne li qontarên çiyayê Qerejdaxê hatine avakirin.

Karaloglu behsa pêvajoya serlêdana Qerejdaxê bo ku bikeve nav tora jeoparkên UNESCOyê kir û got ku Qerejdax ji bo lîsteya hilgirtinê hate qebûlkirin dê hê bêhtir mêvan bêne serdana vê herêmê.

Karaloglu bi bîr xist ku van demên dawîn gelek hewldan ji bo vê markeya Mezopotamyayê bi destê Wezareta Çand û Turîzmê, Wezareta Teknolojî û Pîşekariyê û GAP’ê ve têne meşandin û got ku armanc ew e ku herêma Mezopotamya ku 9 bajaran li xwe digire ji nû ve bête avedankirin.

Armanca me nirxên xwe bidin nasîn

Karaloglu diyar kir ku ev peyasa pisqêletan a “Rêka Alavan” di çarçoveya sê bajaran Diyarbekir, Riha û Mêrdînê de tê lidarxistin û weha axivî:

 “Armanca me ew e ku em Diyarbekirê bi nirxên xwe yên çandî, dîrokî, xwezayî bi bêhtir mirovan bidin nasîn, heta ku mirovên me bêhtir ji van nirxan sûdê werbigirin, dinya, ji bo van berhemên me bibînin bêne serdana herêmê; bên serdana bajarê me. Xebatên me dê ji bo vê rêkê bidomin.”

Aramî bila heta hetayê hebe

Walî Karaloglu destnîşan kir ku her roja paştir e Diyarbekir geştir dibe û axaftina xwe weha domand:

 “Înşelleh bil ali Diyarbekirê tim û tim şadî, bextewarî, hezkirin, spor, çand, huner hebe. Êdî em naxwazin li Diyarbekirê rûdanên diltezîn çêbibin. Înşeleh, bi van hewldanên me re heta hetayê xweşî û aramî li Diyarbekirê serdest be.”

“Em ji hemû cihanê, Tirkiyeyê re dibêjin kerem ke”

Karaloglu diyar kir ku peyaseyên xwezayê dest pê kirin turizm jî dê pê re geş bibe û weha axivî:

 Turîzma çolterê ku bi pêş bikeve gelê me yê ku li vê çolterê dijî jî dê ji vê pêşketina turîzmê para xwe hilde. Lewra em dibêjin kerem ke Tirkiye, kerem ke cihan.”

Di bernameyê de Nûnerê Diyarbekirê yê Federasyona Çîyageriyê yê Tirkiyeyê û Serokê Klûba Sporên Xwezayê ya Diyarbekirê Abdurrahîm Ekin jî axaftinek kir.

Salname Lêgerîn

« Kanûn 2022 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30
31