Îhaleya taksiyên bazirganî yên Farqînê hate kirin

 

Şaredariya Bajarê Mezin, li navçeya Farqînê ji bo plakeya 110 taksiyên bazirganî ji bo qonaxa yekê ket îhaleyê.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo li navçeya Farqînê di karê hatûçûnê de ji bo welatiyan hêsankariyê pêk bîne û taksîvaniyê bigire bin kontrolê dê plakeya 110 taksiyên bazirganî bi maweyê 29 salan bide ber îhaleyê.

Taksiyên bazirganî 15 dê li ber Nexweşxaneya Nû, 10 postexane, 15 mizgeft, 10 depokirina minîbûsan, 10 lîse, 10 şaredarî, 10 Rêya Nû ya Diyarbekir, 10 Asayîş û 10 jî li ber TOKÎyê bi giştî dê li 10 rawestgehan kar bikin.

Li gorî şertên îhaleyê, taksîya dikeve vê îhaleyê divê ji dîroka îhaleyê paş ve kêmî kêm 5 salan li Farqînê îqame kiribe û îhale dê li gorî Qanûna Hejmar 2886 benda 45’ê bête pêkanîn.

Îhaleya plakeya taksiyên bazirganî ya Farqînê dê 25-26’ê kewçêrê bête kirin.