Â
Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta hezkirina heywanan li dilê zarokan biçîne ew li Hîpodroma Diyarbekirê gerandin.
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo zarokên li Krêş û Malên Sehbêriya Bi Roj dimînin û perwerde dibin di warê civakî û hişmendî de bi pêş bikevin, bernameyên cur bi cur li dar dixe.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, ji bo zarokên ku Krêş û Mala Sehbêriya bi Roj a 450 Evlerê dixwînin surprîzeke xweş kir û ew birin serdana TJK Hîpodroma Diyarbekirê.
Zarokên ku di emrê xwe de cara pêşîn hipodrom dîtin gelekî kelecanî bûn û xwe nêzî hespan kirin.
Zarokên ku demeke xweş di nav xwezayê de bi hespan re derbas kir, fotoyên bîrhatinê kişandin.
Zarokan, li hîpodromê serdana pêşangeha wêneyan a Keleha Zerzevanê jî kir.