Â
Şaredariya Bajarê Mezin ji bo navçeya Çermûgê şên û avedantir bibe û bale bikêşe sere xwe hin projeyan dimeşîne.
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo Germavên Melîke Belqisê, şûngehên tarîxî û xwezayî yên xwedî potansiyela turîzmê ne derxe pêş zend û bendên xwe badan.
Li gorî projeyê Çarsûya Çermûgê ku ji ber barînan bêserober bûye û binesaziya wê têk çûye ligel cadeya kevin a Siwêregê dê bêne çakkirin. Rûberê dervê yê dukan û avahiyên ser van rêyan dê bêne nûkirin û kêmasiyên binesazî û seresaziya wan bêne tekûzkirin.
Di demên pêş de Hemama Serayê ya li Çarsûya Çermûgê dê wek muzeya bajêr bête veguherandin û bikeve ber xizmeta turîzmê.Â
Avahiya xizmetê ya şaredariyê tê çêkirin
Avahiya xizmetê ya şaredariyê dê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve bête çêkirin û avahî dê li gorî mîmariya bajêr be.
Cihê avahiyê bi giştî dê ji jêrzemîn, zemîn, 3 tebeqe li ser 3 hezar û 360 metrekareyê be û8 berdêla îhaleya wê jî 7 milyon û 593 hezar lîre digire.