Li Diyarbekirê solîneka avê ya serdema Qanûnî hate dîtin

 

Di xebatên restorekirina ser Sûrên Diyarbekirê de, pergala solînên belavkirina avê ya ku di serdema Qanûnî Sultan Silêman de hatiye çêkirin, hate dîtin. Solîn ji tûngên veguhastina avê pêk tê.

Şaredariya Bajarê Mezin bi şiara “Li Sûran Vejîn Dest Pê Dike” xebatên restorekirina sûran dane destpêkirin û xebat berdewam in.

Sûrên tarîxî ji Hurîyan heta Osmaniyan malovanî ji 33 şaristaniyan re kiriye û bi mebesta ev birc û beden têk neçin xebata restorekirinê tê meşandin, di xebatê de her roj bermahiyeke nû tê dîtin.

Keleha Diyarbekirê ku ji 82 birc pêk tê û 5 hezar û 200 metir dirêjiya wan heye di lîsteya Mîrateyên Çandî ya Cîhanê ya UNESCO’yê de ye, xebatên restorasyonê ji aliyê Komîsyona Zanistê ya Wezareta Çand û Turîzmê û Desteya Şêwrê ya ji pisporan ve bi hişyarî tên şopandin.  

Solîna avê sala 1543’ê hatiye çêkirin

Di çarçoveya xebatên restorekirina qonaxa 3yan de gava li biniya bircên hejmar 1-2-5-7 ve 8 de xebata kolandinê dihate kirin tûngên solîna avê ku di sala 1543’ê de ji aliyê Qanûnî Siltan Silêman ve dane çêkirin û heta sala 1930’ê ji bo dabînkirina pêdiviya ava bajêr hatine bikaranîn, hatin dîtin.

Ji bo dabînkirina solîna avê wê serdemê boriyên avê yên ji axa qelandî hatien çêkirin ên bi navê “tûng” hatine bikaranîn.  

Hate zanîn, tûng li gorî awayên xwe diyar dibin ku aydê kîjan serdemê ne, di tebeqeya binî de tûngê aydê serdema Romê di tebeqe serde jî yên serdema Osmanî ne.