Print this page

Ji bo navenda lojîstîk pêkhatin çêbû

 

Ji bo “Navenda Lojîstîk a Diyarbekirê” ku dê Diyarbekirê ber bazara Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn ve bibe peyman hate girêdan.

Di axaftina xwe ya li merasîma li Navenda Kongreyan a Alî Emîrî de Walî Munîr Karaloglu got ku di sala 2012’ê de xebatên vê projeyê dest pê kirine.  

Karaloglu diyar kir ku piştî hatine ser kar û pê de wan gelek hewl daye xebatan bi lez bixin û got, di serî Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ez spasiya hemû kesên keda wan di ber vê xizmetê de heye, dikim.

Karaloglu bal kişand ku Ajansa Geşedanê ya Qerejdaxê xebatên fîzîbîlîtekirina deverê bi encam kirine û got ku îhaleya vê projeyê 1 milyar û 150 milyon lîre ye û projeya îhaleyê bi awayekî şefaf hatiye meşandin.

Walî Karaloglu bi bîr xist ku di wexta pandemiyê de diyar bû ka lojîstîk çiqasî giring e û got ku xeleka herî giring a tedarik û jîyarê lojîstîk e.  

Karaloglu destnîşan kir ku lojîstê bandora xwe li ser lêçûna hilberînê jî heye û weha axivî:

 “Aniha li dinyayê kêşeya bidestxistina kelûpelan heye. Va ye li her derê giranîya buhayê tiştan heye. Sedema vê ye sereke ji kêmasiya lojîstîkê ye. Li Brîtanyayê li ber bazgehên nefte meriv ketine dorê. Hikûmeta Îngilîz dibêje, ez tankeran nabînim da ku pê neqil bikim. Yanî di esasê xwe de behsa lojîstîkê dike.”

Karaloglu amaje bi hindê da ku welatên binesaziya wan a lojîstîk xurt li ser welatên din zaltir in û weha axaftina xwe pê de bir:

 “Înşelleh em ê navendeke mezin a lojîstîk li Diyarbekirê ava bikin bi cîbicîbûna vê projeyê re hem ji bo welatê me, hem ji bo herêma me û hem jî ji bo bajarê me dê bibe avantajeke baş.”

Diyarbekir li ser rêbara giring a bazirganiyê ye

Karaloglu bal kişand ser giringiya projeyê hem ji aliyê Diyarbekir ve hem jî ji aliyê welat ve û got:

 “Diyarbekir li ser rêbarên giring ên bazirganiyê ye, hem nêzî Rojhilata Navîn e hem jî nêzî Asyaya Navîn e. Bi rêya hewayî, rêya bejayî û rêya trênê hatûçûna bo navenda lojîstîk a van deveran heye. Rêya trênê di nav navenda lojîstîk re derbas dibe. Înşelleh dê embar bo valakirina barên trênan hebin. Vê çendê giringiya gundê lojîstîk ê Diyarbekirê derxiste pêş.”