Şaredarî li serçaviyên jeotermal digere

 

 

Ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin û Gerînendetiya Giştî ya Lêgerîn û Dahurandina Madenan ve bi projeyeke hevbeş ji bo dîtina kaniyên avê ya jeotermal xebatek hate destpêkirin.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo li bajêr kaniyên ava jeotermal peyda bike zend û bendên xwe badan.

Ji aliyê Serokatiya Daîreya Pêşxistina Çavkaniyan ve li gundê Palûkê yê bi ser navçeya Sûrê li ser aqarekî 4 hezar û 660 hektarî ji bo dîtina kaniyên ava jeotermal bi ruxseda parêzgeriyê xebat hatin destpêkirin.

Piştî biryara erênî ya parêzgeriyê ji aliyê xebatkarên teknîkî yên Gerînendetiya Giştî ya Lêgerîn û Dahûrandina Madenan xebata meydanî bo etûtê hate destpêkirin.

Piştî xebatên etûtê ku kaniyên ava jeotermal bêne vedîtin dê dest bi xebatên sondajê bête kirin.