Â
Şaredariya Bajarê Mezin, Turnuvaya Futbolê ya Ciwanên Hişyar, bi beşdariya 34 tîman da destpêkirin.
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo zarok û ciwanan arasteyî sporê bike û jêhatinên wan derxe pêş bernameyên werşîzî saz dike.
Bi vê boneyê bi hevkariya Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê, Gerînendetiya Ciwanan û Sporê ya Bajêr û Nûnertiya TFF’ê ya bajêr, Turnuvaya Futbolê ya Ciwanên HiÅŸyar hate pêkanîn. Â
Di turnuvaya ku li Dezgehê Walî Ahmet Cemîl Serhatli hate lidarxistin de, ji temenên 1415 û 12-13 ji du grûban zarok û ciwan di ber hev didin. Â
Di turnuvayê de ji bo 8 tîmên digihêjin nîv fînalê dê ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê ve alîkariya kelûpelan lê bête kirin.
Turnuvaya futbolê bû cihê dîmenên rengîn û hevberiyên bi kelecan, lewra xwendekaran ji ber vê derfetê spasiya rayedarên şaredariyê kir.
Şaredariya Bajarê Mezin, dê ji bo zarok û ciwanan bernameyên weha li dar bixe.