DÎSMEK’ê ew ji pençeşêrê xilas kir

 

Şaredariya Bajarê Mezin di bin banê DÎSMEK’ê de bi 74 branşan kurs vekirine û perwerdeya wan beredwam e.

Kursên Hunerî û Perwerdeya Pîşeyî a Şaredariya Bajarê Mezin (DÎSMEK), ji bo her sal û temenê xelkê Diyarbekirê kurs vekirine û eleqeya bo perwerdeya li kursan gelek zêde ye.  

Kursîyer Bîrgul Îzcî beşdarî yek ji kursên DÎSMEK’ê bûye û bi saya motîvasyona vê derê pençeşêra xwe têk biriye û gihîştiye saxleminîya xwe.  

Îzcî, diyar kir ku dema nexweşiyê şûna ku li malê rûne derketiye derve, beşdarî kursa Teknolojiya Hilberandina Cilûbergan a DÎSMEK’ê bûye.  

Îzcî, ji aliyekî ve li vê kursê perwerdeya xwe dîtiye û ji aliyê din ve ji bo desttengan bi dilxwazî beşdarî kampanyayê belavkirina cil û bergan bûye.  

Îzcî, di rojên destpêkê yên nexweşiya xwe de agahiya mirina xwîşka xwe dibihîze û ji ber qehra wê li wê jî teşhîsa pençeşêra Sarkomê tê danîn. Dema nexweşiyê Îzcî şûna ku xwe bavêje nav nivînan derdikeve derve û kursê wek pêvajoya tedawîkirinê bi kar tîne.

Îzcî diyar kir ku vê kursê gelek moralê wê xweş kiriye û weha axivî: “Min dikaribû xwe bavêjim nav nivînan. Nexweşiya min giran bû. Lê şûna nivînan min berê xwe da kursê. Hevalên virê insanên qenc bûn. Ji bo ez careke din nekevin wê pêvajoya kemoterapiyê ez moralê xwe xweş digirim.”

Îzcî bal kişand ku piştî perwerdeyê ew dixwaze bibe perwerdekareke pispor û got, ew dixwaze bi vî awayî alîkariya mirovan bike.

 

Salname Lêgerîn

« Gulan 2022 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30 31