Şaredariya Bajarê Mezin, malovaniyê ji huner û hunermendan re dike.
Şaredariya Bajarê Mezin di çarçoveya bernameyên “Sezona Çand û Hunerê ya Feqîyê Teyran” de pêşangeha “Li Bajarê Şaristaniyê Pêşangeha Wêneyên Têkel” vekir.
Ji Stenbol, Enqere, Antalya, Îskenderun, Îzmîr, Entab û Bodrumê 45 hunermend bi 55 berhemên xwe beşdarî vê pêşangehê bûn.
Pêşangeh bi hêmaya xwezayê hate lidarxistin û tê de amaje bi giringiya parastina xwezayê hate dayîn.
Pêşangeha ku li Galerya Hunerê ya Sumerparkê hate lidarxistin dê heta 11’ê mijdarê ji bo mêvandariya hunerhezan vekirî be.