Print this page

Walî Karaloglu: “Em 24 saet ber emrê Diyarbekirê ne”

 

 

Li Çermûgê 147 kîlometir rêya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve hate çêkirin û 29 milyon lîre lêçû, hate vekirin.

 

Karaloglu: 

“Em 24 saet li ber emrê Diyarbekirê amade ne. 24 saet em di emrê Çermûgê de ne. Xizmetên me bêrawestan berdewam dikin. Armanca me ew e ku em hemû Diyarbekirê bikin warekî hêjayî jiyînê, qelîteya jiyana wê bilindtir bikin, ji bo vê em bi şev û bi roj dixebitin û em ê bixebitin.”

 

 

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, 147 kîlometir rêya gundên Çermûgê ku hate nûkirin, ji bo xizmeta welatiyan vekir.  

Walî Karaloglu, serdana xwe ya navçeya Çermûgê bi serdana Sîteya Pîşesaziya Çermûgê ku hawirçakiya wê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve hate pêkanîn, dest pê kir.

Karaloglu beşdarî meşa ji bo sûlavên Şêxandede bû ku xebat tên kirin da ku ev dera di warê turîstîk û dîrokî de xudan giringîyeke mezin e, bibe Parka Suriştê.

 

“Çermûg tê avedankirin”

Walî Munîr Karaloglu beşdarî merasîmê vekirina 147 kîlometir rêya gundan bû û got ku armanca wan ew e ku 1200 kîlometir rêya gundan asfalt bikin.

Karaloglu bal kişand ku ew lê dixebitin ku pirsgirêkên hemû navçeyan çareser bikin û weha axivî:

“Ji ber tercîhên wê hinekan Çermûg ceza dikir. Lê me ji bo çareserkirina pirsgirêkan pêngav avêtin û îsal herî pir me asfalt li rêyên Çermûgê dakir. Çermûgê ev heq kiriye lê em tenê ji bo Çermûgê xizmetê nabin. Em ligel Çermêgê ji bo hemû navçe û gundên bi ser parêzgehê xizmetê dikin û em ê her vê xizmetê bikin.”

 

Di dewama axaftina xwe de Karaloglu behsa projeyên ji bo Çermûgê û derdora wê kir û got ku Sûlava Şêxandede dibe Parka Milî. Her weha Mala Zanînê li navçeyê tê çêkirin û got ku ew ê li hawirdora Germavên navçeyê Baxçeyê Millet ava bikin.