Ji bo welatiyan “Kaniyên Şorbenîskê”

 

Şaredariya Bajarê Mezin, li 8 deverên bajarên “Kaniyên Şorbenîskê” danîn û nava hefteyê her roj bi van kaniyan şorbeya germ dide 6 hezar kesî.

Şaredariya Bajarê Mezin, xebatên xwe bi hişmendiya şaredartiya civakî dimeşîne lewra bi vê mebestê li ber nexweşxaneyên bajêr “Kaniyên Şorbenîskê” danîn û bi van şorbenîska germ dide welatiyan.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, her roj danê sibê şorbenîska di xwaringeha xwe de di şertên paqij de kelandî dibe “Kaniyên Şorbenîskê” yên li ber nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê û Nexweşxaneya Onkolojiyê, Nexweşxaneya Lêkolînê, Nexweşxaneya Dewletê ya Selahedîn Eyûbî û Nexweşxaneya Zarok û Jinan û li şêniyan belav dike.

Her weha Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî “Kaniyên Şorbenîskê” li ber nexweşxaneyên navçeya Farqîn, Erxanî û Bismilê jî danîne û li xelkê van deran jî belav dike.  

Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, ji bilî şorbenîska her roj li ber nexweşxaneyan li 6 hezar kesî belav dike her weha rojên dawiya hefteyê û rojên ayînî jî li ser Goristana Pêxemberan a Gêlê, Mizgefta Hz Silêman û Mizgefta Mezin jî şorbenîskê li mêvanan belav dike.  

Şaredariya Bajarê Mezin, di mehên sar ên zivistanê de bi saya “Kaniyên Şorbenîskê” dê şorbenîska ger mli şêniyan belav bike.

Salname Lêgerîn

« Gulan 2022 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30 31