Print this page

Şofêrên jin ên otobûsan rengîniya Diyarbekirê ne

 

Şofêrên jin ku otobûsên Şaredariya Bajarê Mezin ên nava bajêr diajon, vî karê xwe bi serfirazî bi encam didin.

Şofên jin ên otobûsan di bin banê Serokatiya Daîreya Veguhastinê ya Şaredariya Bajarê Mezin de xizmeta hatûçûna navenda bajêr pêk tînin.

Ev kar di nav civakê de wek “karê mêran” tê dîtin, ligel tengasiyên ku şofêrên jin di bicihanîna vî karî de rûbirû dibin jî ji karê xwe kêfxweş in.   

Songul Varan (36) yek ji van şofêran e û bal kişand ku ew bi hişmendiya “Heke jin bixwaze dikare her karî bi encam bide” pêk tîne.

Varan, bi bîr xist ku ev 9 sal e ew li ser darê dîreksiyonê ye da ku nêrîna ku ‘şofêrî karê mêran e’ bişikêne û got, ew karê xwe bi kêfxweşî dike.  

Varan diyar kir ku ew dayika du zarokan e, lewra jî zehmetiyên vî karî ji bo wê zêde ne û got, “Hinek caran em gelek diwestin lê gelek caran jî dibêjim qenc e ez vî karî dikim.”

Varan bal kişand ku wê bi vî karê xwe di nav civakê de cih girtiye û weha axivî: “Em dikarin xwe ispat bikin. Em hem dikarin dayikatiyê bikin hem jî bibin jina kedkar jî. Ji bo jinên ku dil heye rahêjin darê dîreksiyonê ez dibêjim qet texsîr nekin, kerem kin. Hûn dikarin vê pîşeyê hilbijêrin. Her karî zehmetiyên xwe hene lê tu asteng nabin rêgir. Her pîşe aydê mêran nîn e.”

“Karê herî giran dayiktî ye”

Varan bi bîr xist ku dema wê ewil dest bi vî karî kiriye gelek zehmetî kişandine û weha axaftina xwe domand:

 “Hinek ji me re got, ‘herin mala xwe, firaqan bişon’. Lê me ew şandin ser firaqşûştinê. Bi demê re em hewisîn û şareza bûn. Serê pêşîn me jî zehmetî kişandin, baweriya me bi me şikest û carina jî em girîyan. Lê me tev li paş xwe hiştin û em bi ser ketin. Ji bo jinekê tu kar û pîşe zehmet nîn e. Bi ya min di heyatê de karê herî giran dayiktî ye. Jixwe ew jî pîşe nîn e. Ew kar bi dil û can tê kirin.”

Varan destnîşan kir ku berê têgihîştinek wisa hebû gava qeza çêdibe bêyî ku bipirsin ka qeza çima û çawa çêbûye hema yekser ajokara jin sûcbar dikirin û got, “Ev nêrîn ji binî de xelet e. Berê te digot qey ferz e otobûsê mêr biajon. Xasma otobûs tenê makîneyek e. Tu wê bi can dixî. Makîne ji te re nabêje ‘tu jin î, tu min neajo’ ev nêrîn xelet in.”

“Hinek jin dixwazin vî karî bikin”

Varan, axaftina xwe weha pê de bir:

 “Gelek kes ji me re dibêje, ‘Tu çima hatî vê derê, çima vî karî dikî, ev kar li gorî te nîn e’ lê rexmî vê gelek kes jî hene destekê didin vî karê me. Gelek jin hene dilê xwe dibijînin vî karê me û dixwazin bên bibînin û perwerde bibin. Ew jî dixwazin bi ser dikevin. Em dixwazin pêşiya vê yekê bêhtir bête vekirin.”

Varan diyar kir ku şofêra jin baweriyê dide rêwiyan, kêmtir qezayê dike, gotinên lewçe nabêje û got, bi vî awayî em xwe digihînin dilê mirovan.

Varan bi bîr xist ku dema ew derdikeve sefere hevjînê wê berê xwe dide zarokan û got ku ew bi hevparî jiyana xwe dibin serî û weha dawî li axaftina xwe anî:

 “Gava min û hevjînê xwe dê dawet bikirana ji maliyan re gotibûn; yek şofêra otobûsê ye yê din parêzvan e. Maliyan ji ba xwe ve ez parêzvan fikirîbûm û hevjînê min jî şofêrê otobûsê. Piştre gava pê hesiyan ku şofêr ez im gelekî matmayî bûbûn. Heta ji ber vê jintîyên min xwest bibin şofêrên otobûsan.”