Boriyên pola yên avê hatin saxtîkirin

 

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo demsala zivistanê çi kêmasî di boriyên avê de çênebe û welatî mexdûr nebin, boriyên pola yên ava 49 gundan tê re diherike xistin ber çaksazî û venêrtinê.

Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Diyarbekir (DÎSKÎ), ji bo welatî bê kêmasî karibin xwe bigihînin avê xebatên xwe didomîne.

Ekîbên bi ser Gerînendetiay Giştî ya DÎSKÎyê, boriyên avê yên 49 gundên bi ser navenda bajêr û dike 22 hezar û 163 nifûs xistin ber çaksazî û venêrtinê.

Ekîban, kêmasiyên boriyên 500 metir dirêj û li ser Pira Fakulteyê ya Çemê Dîcleyê çareser kirin û ji bo zivistanê neqerisin borî bi potê îzolekirinê pêçaftin.

Ekîbên DÎSKÎ’yê, dê demsala zivistanê dijî kêmasî û arizeyên pêkan xebatên xwe bidomîne.