Karaloglu, Şaneşîna Fîsqeya dixe ber xizmetê

 



Walî Munîr Karaloglu, Şaneşîna Fîsqeya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve hate nûkirin, dê bi merasîmekê bide ber xizmeta welatiyan.

Şaredariya Bajarê Mezin, xebatên xwe yên ser nûkirina Şaneşîna Fîsqeya ku jê ve Qonaxa Kevir, Baxçeyên Hewselê, Çemê Dîjleyê û Baxçeyê Milet xweş xuya dike, bi encam kirin.

Walî Karaloglu, dê 27ê Mijdarê Roja Şemiyê dê bi merasîmekê Şaneşîna Fîsqeya bixe ber xizmetê.

60 metrekare şaneşîna camîn hate avakirin

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan li ser qadeke 230 metrekareyî 170 metrekare kompozitdeckê çêdike, 60 metrekare şaneşîna camîn û kafeyê lêdike.

Ji bo vê şaneşînê nêzî 6 hezar kîlomgram pola hate bikaranîn û 45 kes bi hev re dikarin derkevin ser vê şaneşînê.