Komxebata nehiştina tundûtûjiyê

 

Şaredariya Bajarê Mezin bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Tundûtûjiya Ser Jinan a Navneteweyî “Komxebata Nehiştina Tundûtûjiyê” li dar xist.

Komxebat, ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Jinan û Malbatê ve li Navenda Çandê û Kongreyan a Sezaî Karakoç hate lidarxistin û nûnerên saziyên civaka sîvîl beşdarî komxebatê bûn.

Di komxebatê de, mijarên mîna; modêlên xizmetguzariya jinan di rêberiyên xwecihî de, li dijî tundûtûjiya ser jinan xemsariya civakî, şideta navmalê û tehdaya li zarokan, mêvanxaneyên jinan û mekanîzmayên piştgiriyê û tevdîrên dijî tundûtûjiyê hatin axaftin.  

Di komxebatê de xizmetên şaredariyan ji bo jinan û pêkanînên di vî warî de ji aliyê nûnerên beşdar ve hatin vegotin.