Pêşangeha “5 xwişkan” hate vekirin

 

Şaredariya Bajarê Mezin, pêşangeha wêneyan a 5 xwişkan a bi navê “Her 5 Bi Hev Re” li dar xist.

Şaredarşya Bajarê Mezin, bi xebatên xwe yên der barê çand û hunerê de xeyalên ciwanan tîne cih.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî, pêşangeha “Her 5 Bi Hev Re” ya her pêncc xwişkan; Rozerîn, Aleyna, Elîf Ecrîn û Ebru Eylul Ozdemîr gihand ber hezkirina hunerhezan.  

Pêşangeh, bi beşdariya Qeymaqamê Baglarê Yavuz Guner, Midûrê Perwerdeya Bajêr Yuksel Arslan, Midûrê Çandê yê Şaredariya Bajarê Mezin Omer Bugday, Midûrê Konservatura Bajêr Erol Kaplan û Wênekar Ramazan Ozdemîr hate vekirin.

Pêşangeh li salona pêşangehan a Sumerparkê tê pêşandan û tê de 79 wêne cih digirin.  

Pêşangeh heta 6’ê meha pêş ji bo mêvanan vekiriye.