Şaredariya Bajarê Mezin, xebata li ser “Mala Bêhnvedanê ya Navenda Sehbêriya Bi Roj” ku malbatên astengdaran karibin zarokên xwe deyninê û bi roj karê xwe yê din bikin, gihand ber qedandinê.
Şaredariya Bajarê Mezin, bi xebatên xwe hêsankariyê di jiyana astengdaran de çêdike û barê malbatên wan siviktir dike.
Şaredariya Bajarê Mezin, bi destbikarkirina Walî Munîr Karaloglu re zend û bendên xwe şidandin û ji bo hêsankirina jiyana malbatên astengdaran “Mala Bêhnvedanê ya Navenda Sehbêriya Bi Roj” ava kir.
Bi vî awayî Serokatiya Daîreya Karûbarên Fenî, li navçeya Yenîşehir û Peyasê li gorî projeya amadekirî, li du cihan dest bi xebatên avakirina Mala Bêhnvedanê kir.
Piştî ku xebata avakirinê dekorasyona hundirîn a van malan jî dê ji aliyê Ajansa Geşedanê ya Qerejdaxê ve bête meşandin.