Diyarbekir beşdarî Fuara Îzmîrê bû

 

 

Walî Karaloglu:

 “Em dixwazin bajarê xwe di fuara Îzmîrê de bi hemû sektora turîzma welat biidn naskirin û para Diyarbekirê mezintir bikin.”

Şaredariya Bajarê Mezin, beşdarî Fuara Travel Turkey Îzmîrê ku ev cara 15’ê ye tê lidarxistin bû û li navenda Fuar û Kongreyan cihê xwe girt.  

Fuar di navbera 2-4’ê berfanbarê de li Navenda Fuar û Kongreyan a Îzmîrê tê birêvebirin û Şaredariya Bajarê Mezin jî stanta xwe veda.  

Walî Munîr Karaloglu, di bernameya vekirina fuarê de ligel Waliyê Îzmîrê Selîm Koşger serdana stantên fuarê kir û Alîkarê Wezîrê Çand û Turîzmê Ahmed Mîsbah Demîrcan jî li stanta Diyarbekirê pêşwazî kir. Ji cîhanê ji 58 welatên cuda trendên turîzma cîhanî beşdarî fuar kirin û gelek beşdaran serdana stanta Diyarbekirê kir û bajêr ji nêziktir ve nas kir.

Mêvan li stanta Diyarbekirê bi materyalên danasîna bajêr, qeyadîfa burme ya naskirî, pênîrê kezî, bahîvê organik û kerikên hejîran û kade û kulîçeyan hatin pêşwazîkirin.  

 

“Dem dema jinûve kevşkirina Diyarbekirê ye”

Karaloglu diyar kir ku ew dixwazin Diyarbekirê bidin naskirin da ku bajarê wan para xwe ya heqkirî bi dest xwe ve bîne.

Karaloglu aşkere kir ku Diyarbekir, Riha û Mêrdînê dergûşa mirovahiyê ne û yek ji navendên herî giring a Tirkiyeyê ye û got ku ev dever wek “Sêkuçka Zêrîn a Mezopotamyayê” têne qebûlkirin.