Print this page

DÎSKÎ demildest arizeyan çêdike

 

Gerînendetiya Giştî ya DÎSKÎyê, li seranserê bajêr hefteyê 7 roj, roj 24 saet demildest xwe digihîne arizeyên ku bi xetên ava vexwarinê û xeta kanalîzasyonê peyda dibin û wan di cih de çareser dike.  

Şaredariya Bajarê Mezin ji bo xizmetên binesaziyê bêkêmasî bêne bicihanîn bêrawestan xebatên xwe didomîne.

DÎSKÎ, giliyên der barê kêmasî û arizeyên binesaziyê û xeta ava vexwarinê di cih de dinirxîne û demildest xwe digihîne wan.

Ekîban, li navçeya Yenîşehir, Baglar, Peyas û Sûrê li ser giliyên welatiyan, zend û bendên xwe badide û di hefteyekê de kêmî kêm mudaxele li 214 arizeyên avê û kanalîzasyonê dike.

Di encama destwerdanê de ekîb, kanalîzasyonê xitimî vedike, wan paqij dike û dixe ber xizmetê, lewra di hefteyekê de 800 rogar û 252 izgarayên banên solînan paqij dike.  

Xeta ALO 185 7/24 saet di xizmetê de ye

Xeta ALO 185 ya Gerînendetîya Giştî ya DÎSKÎyê 7/24 saet bênavber xizmetê dide, welatî daxwaz û giliyên xwe li vê xetê dikin.  

Ekîbên DÎSKÎ’yê jî roj bîstûçar saet, hefteyê heft roj bê rawestan li ber xizmeta welatiyan amade ne.