Print this page

Karaloglu pêşangeha hunera ebrû vekir

 

Walî Munîr Karaloglu û hevjîna xwe Sevîm Karaloglu bi hev re pêşangeha “Dengvedana Hunera Ebrû Di Dilên Biçûk De” vekir.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo zarok bi rêya hunerê hest û dilînên xwe bînin ziman û xeyalên xwe pê ava bikin, piştgiriyê dide xebatên wan.

Zarokên 4-6 salî ku di krêşên Şaredariya Bajarê Mezin di bin banê Serokatiay Daîreya Xizmetên Civakî de perwerde dibin bi saya Atolyeya Ebrû hunerên xwe bi pêşangeha “Dengvedana Hunera Ebrû Di Dilên Biçûk De” raber kirin.

Li Salona Pêşangehan a li Navenda Çandê û Kongreyan ya Sezaî Karakoç bi beşdariya Walî Munîr Karaloglu û hevjîna wî Sevîm Karaloglu pêşangeha ebrû hate vekirin.

Karaloglu û hevjîna xwe perwerdekar û zarok pîroz kirin û li pêşangehê gerîyan.

Karaloglu der barê pêşangehê de weha got:

“Em bi xebatên xwe hewl didin zarokan, ciwanan, jinan bêhtir beşdarî jiyana civakî bikin û bona vê jî em çalakiyên hunerî yên bi vê teherê li dar dixin. Ev pêşangeh jî yek ji van xebatên me ye. Ji vir pê de jî Şaredariya Bajarê Mezin dê xebatên zarokan ên bi vî rengî bi pêş bixe.”

Di pêşangehê de 40 zarokan 40 berhem pêşan dane û pêşangeh heta 10’ê berfanbarê vekirî ye.