Deriyê Rihayê li trafîkê hate vekirin

 

Şaredariya Bajarê Mezin, ji ber xebatên restorekirinê Deriyê Rihayê ji hatûçûna trafîkê girtibû, niha ev dergeh dîsa xist ber xizmeta trafîkê.

Şaredariya Bajarê Mezin, xebata restorekirina li ser Keleha Diyarbekirê ku Lîsteya Mîrateyên Cîhanê ya UNESCOyê de bi şiara “Vejîna Sûran” daye destpêkirin, bi hemû leza xwe didomîne.  

Ji aliyê Serokatiya Daîreya Bajarvanî û Avedaniyê ve li Deriyê Rihayê gava xebatên restorekirinê dihatin meşandin ji ber derzên bir bedenan ketî, hatûçûna li ser dergehê Deriyê Rihayê hatibû girtin. Xebata çaksaziyê li deverên xeter hate kirin.   

Kevirên ku dibû ji bedenê biketana hatin şidandin, derz hatin dagirtin, rûberê sûran hate paqijkirin û paşê bendên ji bo girtina trafîkê hatibûn danîn hatin rakirin û rê vekir.

Piştî projeyeke bi rêkûpêk dê xebata li ser Deriyê Deriyê bi awayekî berfireh ji nû ve bête meşandin.

Ronahî lê hate dabînkirin

Li rûberê Deriyê Rihayê yê li hundirê Sûran dinêre di çarçoveya xebata restorekirinê de li nîşangehan çirayên ronîkirinê hatin dabînkirin.